Aloziya li Kendavê: Şîrketên Mîrektiyên Ereb ji fuara parastinê ya li Erebistana Siûdî vekişiyan

Hin şîrketên ji Mîrektiyên Erebî yên Yekbûyî (MEY), ji Fuara Parastinê ya Cîhanê ya ku dê di navbera 8–12’ê Sibatê de li Riyadê bê li dar xistin, vekişiyan.

Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre du çavkaniyan, ev gav nîşaneya herî dawî ye ku aloziya siyasî ya zêde ya di navbera du hêzên mezin ên petrolê yên Kendavê Erebistana Siûdî û MEY de, dest pê kiriye di têkiliyên bazirganî de xwe nîşan dide.

Hîn ne diyar e ka hemû fîrmayên ku dihat plankirin di pavilyona neteweyî ya MEY’ê de cih bigirin ji fuarê vekişiyan an na; ne Wezareta Derve ya MEY’ê ne jî hikûmeta Siûdî derbarê mijarê de daxuyanî nedan.

Nakokiyên navbera her du welatan ku di mehên dawî de li ser gelek mijaran ji kotayên petrolê heta jeopolîtîka herêmî rû dabûn, di meha Kanûnê de bi geşedanên li Yemenê bi awayekî eşkere derketin holê.

Piştî ku komeke alîgirê veqetînê ya Başûrê Yemenê ya ku BAE piştgirî dide wan nêzî sînorê Siûdî bû, koalîsyona di bin pêşengiya Erebistana Siûdî de li Bendergeha Mukallayê li barkêşiyeke çekan da ku dihat îdiakirin pêwendiya wê bi BAE’yê re heye. Piştî vê, BAE’yê hêzên xwe ji Yemenê vekişand, lê belê rêveberiya Riyadê Îmarat bi alîkariya revandina lîderê serxwebûnxwaz bi ser Somalî re tawanbar kir.

Li gorî pisporan, vekişîna MEY’ê ji fuara parastinê nîşan dide ku krîza siyasî potansiyela wê heye ku bandorê li qebareya bazirganiyê ya 30 mîlyar dolarî ya di navbera her du welatan de bike. Vê gavê di bazirganiya ser sînor de astengiyeke mezin nehatibe jiyîn jî, di cîhana karsaziyê ya Kendavê de nirxandina rîskan dest pê kiriye.

Hêzên karsaziyê bi fikar in ku mîna boykota bazirganî ya li ser Qeterê ya ku di sala 2017’an de dest pê kir û çar salan ajot, dubare bibe. Wê demê banka û fonên veberhênanê neçar mabûn ku aliyekî hilbijêrin. Îro bi taybetî ji ber ku aboriya Erebistana Siûdî û MEY’ê hîn bêtir di nav hev de ne, fikar hene ku bandora krîzeke gengaz hîn mezintir bibe.

Karsazekî payebilind ê ji Kendavê bal kişand ser nediyariya zêde û got: "Heke rewş hîn xirabtir bibe, dê her kes winda bike."